Li gundewarê Şamê efserekî hikumeta Şamê birîndar bû

Li gundewarê Şamê bombeyek bi erebeyekê de teqiya, di encamê de kesek hate kuştin û 2 din jî birîndar bûn.

Li gundewarê Şamê efserekî hikumeta Şamê birîndar bû
28 adar, 2024   16:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan aşkera kir ku bombeyek bi erebeya efserekî hikumeta Şamê de li bajarokê Cideydet Ertûz ê Şamê teqiya, di encamê de kesek hate kuştin û 2 din jî birîndar bûn.

Li gorî serokê şaredariya bajarok, bombe di erebeya efserekî hikumeta Şamê de hatiye bicihkirin û di encamê de birîndar bûye.

Li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de tevlihevî berdewam e. Rojane efser û leşkerên wê têne hedefgirtin.

(şx)