Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk civîna xwe li dar xist

Konfedrasyona Rêxistinêna Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê navê xwe guhert û kir Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk û desteyeke rêveberiyê û koordînasyonek hilbijart.

Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk civîna xwe li dar xist
Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk civîna xwe li dar xist
Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk civîna xwe li dar xist
Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk civîna xwe li dar xist
Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk civîna xwe li dar xist
Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk civîna xwe li dar xist
Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk civîna xwe li dar xist
28 adar, 2024   16:03
REQA

Meclisa Giştî ya Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya yekemîn li Hola Mişwar a li Reqayê li dar xist.

Endamên meclisê, endamên yekitiyên girêdayî wê, hevserokên meclisê, hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso tev li civînê bûn.

Di civînê de guhertina navê konfedrasyonê hate erêkirin û bû “Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê”. Her wiha ji bo desteya konfederaliyê 4 endam û ji bo koordînasyonê jî 29 endam hatin hilbijartin. Di civînê de berpirsên nivîsgehên konferederaliyê jî hatin erkdarkirin.

Ji bo komîteya çavdêriya hundirîn jî 6 endam hatin hilbijartin.

Di dawiya civînê de plansaziya kar û xebatên bê ya konfederaliyê hate diyarkirin ku dê sazûmaniya nivîsgehên konfederaliyê bê temamkirin, konfederalî û rêziknameya wê ji tevahî saziyên Rêveberiya Xweser, yekitî, ode û komeleyên rêxistinên civaka demokratîk re bê şîrovekirin, ji bo nasandina konfederaliyê hemleyek bê lidarxistin, navenda konfederaliyê bê vekirin.

Kongreya Damezirîner a Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk 31`yê Çileyê bi dirûşma "Bi hêza civaka birêxistinkirî em ê demokrasiyê, azadiyê û edaleta civakî bisepînin" hatibû lidarxistin.

(şx)

ANHA