Li gundewarê Misyafê xortek  hate kuştin

Li gundewarê Misyafê yê parêzgeha Hemayê, xortek dema ku li ferma xwe ya mirîşkan dixebitî ji aliyê êrişkarên nenas ve hate kuştin.

Li gundewarê Misyafê xortek  hate kuştin
7 îlon, 2026   14:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro serê sibê, li gundewarê Misyafê, xortekî bi navê, Xiyas Newfel Silêman, di nav ferma xwe ya mirîşkan de, ku nêzîkî du kîlometreyan li rojhilatê gundê Kefr Kamra ye, kuştî hat dîtin.

Nûçegihanê me ragihand ku cenazeyê Silêman piştî kuştinê di nav ferma mirîşkan de hate dîtin.

(k)

ANHA