Di êrişa asmanî ya Îsraîlê de li başûrê Lubnanê 11 kes hatin kuştin

Di 2 êrişên asmanî yên Îsraîlê li ser bajarokê Kefar Ruman ê li başûrê Lubnanê de, 11 kes, di nav wan de 2 pitik û 2 karmendên tenduristiyê hee, hatin kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn.

Di êrişa asmanî ya Îsraîlê de li başûrê Lubnanê 11 kes hatin kuştin
7 îlon, 2026   14:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya fermî ya Lubnanê ragihand ku îro serê sibê di 2 êrişên asmanî yên Îsraîlê li ser bajarekî li başûrê welêt de, herî kêm 11 kes, di nav de 2 pitik û du karmendên tenduristiyê hatin kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Neteweyî diyar kir ku balafirên şer ên Îsraîlê piştî nîvê şevê avahiyek niştecihbûnê li bajarokê Kefar Rumman ê li başûrê Lubnanê bombebaran kirin, di encamê de 9 kes, di nav de 2 pitik, hatin kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn.

Her wiha di êrişeke cuda de li ser wesayîteke sivîl li bajêr, 2 karmendên tendurisyê ku di hundir erebeya xwe de bûn hatin kuştin.

(k)

ANHA