Li gundewarê Laziqiyê şerekî dijwar rû dide

Li derdora gundê Betenîta yê Laziqiyê şerekî dijwar rû dide. Desthilata Şamê hêzeke din şand gundewarê Tertûsê.

Li gundewarê Laziqiyê şerekî dijwar rû dide
9 adar, 2025   14:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundewarê Laziqiyê îro dîsa di navbera hêzên desthilata Şamê û komên çekdar de şer derket. Hêzên desthilata Şamê ragihand ku wê hêzeke din şandiye herêma Qedmûsê ya gundewarê Tertûsê.

Çavkaniyan ragihand ku li derdora gundê Betnîta yê Laziqiyê şerekî giran rû dide.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), heya duh bi şev hejmara kuştiyan gihiştibû hezar û 108.

Ji şeva pêncşemê ve li Laziqiyê, Tertûs, HEma, Banyas û Cebleyê de şerekî giran di navbera hêzên desthilata Şamê û komên çekdar de rû dide. Her du hev din bi pêkanîna komkujiyan tawanbar dikin.

Hêzên desthilata Şamê îdia dike ku ew li dijî "Bermahiyên rejîma berê" şer dike. Lê komên çekdar îdia dikin ku tevgerên wê di çarçoveya redkirina desthilata heyî û ji bo parastina herêmê de tên kirin.

(bb)