‛Kongreya nîştimanî ya Kurdî ne li ser hesabê pêkhateyên din e’

Cîgirê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê di civînekê de diyar kir ku lidarxistina kongreya nîştimanî ya Kurdî ne li ser hesabê pêkhateyên din ên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û bang li tevahî pêkhateyên li Sûriyeyê kir ku ji fitneyê bi dûr bikevin.

17 sibat, 2025   20:22
HESEKÊ

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê li bajarê Hesekê der barê rewşa Sûriyeyê ya piştî hilweşîna rejîma Baas’ê, nêrînên siberojê û pirsgirêkên li pêşberî Sûriyeyiyan û rewşa li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, civînek li dar xist.

Di civînê de nûnerên partiyên siyasî, şêxên eşîrên Ereb û Kurd, pêkhateyên bajarê Hesekê beşdar bûn. Civîn li Xwaringeha Marbêla ya taxa Til Hecerê hat organîzekirin.

Cîgirê sekreterê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Ehmed Silêman axivî û got: "Pêvajoya ku em jê rizgar bûne, mîraseke nijadperestî, çewisandin û dûrxistin hişt. Rejîma berê dikarî gav biavêtina ku Sûriye û gelê wê azarên şer û wêraniyê nekişanda. Muxalefa Sûriyeyê jî nikarî gelê Sûriyeyê û cıvata naneteweyî îqna bikira ku ew altarnatîf e."

Silêman wiha domand: "12 sal e, tenê ji bo sedemekê cıvata navneteweyî li ser mayîna rejîma berê erê kiribû, ji ber ku ji wê baştir nîn e. Metirsiya cıvata navneteweyî ew bû ku altarnatîf îslama radîkal û hêzên terorîst bin."

Têkildarî rewşa li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî digel van astengî û xeteriyên muhtemel ên li ser aştiya welatiyan Silêman wiha pê de çû: "Ketina Amerîka li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û mijara DAIŞ’ê hişt ku herêm xwedî hesasiyeteke diyar û herêmeke serwerî be. Ger tevahî pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Amerîkayê bixwazin ji Sûriyeyê yan jî ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derkeve, ew dernakeve. Ji ber ku bi biryara kesekî ji me nehatiye û derketina wê jî wisa. Ji ber hebûn û nebûna wê li vir li gorî berjewendiyên wê ne."

Silêman di berdewama axaftina xwe de got: "Ji tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê xwestin ku parastina aştiya welatiyan bikin û nebin beşek ji nakokiyên herêmî, navneteweyî yan jî hundirîn."

Silêman wiha li gotina xwe zêde kir: "Hin kesên di desthilata Şamê de hîna di lîsteyên terorê de ne û em dixwazin xwe biguherin. Heta niha daxuyaniyên hikumeta heyî li ser asta giştî erênî ne. Lê rewşa pratîkî ya li Sûriyeyê hîna wek a rejîma berê ye."

Silêman diyar kir ku pêdiviya rêveberiya Sûriyeya nû bi gelek piştgiriyên cıvata navneteweyî heye, lê şert e ku tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê beşdarî avakirina Sûriyeyê nû bike.

Silêman di dawiyê de wiha got: "Lidarxistina kongreya nîştimanî ya Kurdî ne li ser hesabên pêkhateyên din ên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, lê ji bo parastina mafên rewa yên pêkhateya Kurd e."

Dûre beşdaran li ser lidarxistina kongreyeke nîştimanî ku tevahî sûriyeyiyan hembêz bike axivî, her wiha beşdaran got divê gelê Sûriyeyê ji fitneyan bi dûr bikeve.

(fr)

ANHA