Li gundewarê Derayê otobusek wergeriya; 7 mamoste birîndar bûn

Li ser rêya di navbera bajarokên Neîme û Seyda yên gundewarê Derayê de otobusek wergeriya, 7 mamoste birîndar bûn.

Li gundewarê Derayê otobusek wergeriya; 7 mamoste birîndar bûn
16 sibat, 2026   17:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji herêmê daxuyand ku di qezayeke trafîkê ya li ser rêya navbera bajarokên Neîme û Seyda yên gundewarê Derayê de 7 mamoste birîdnar bûn.

Li gorî heman çavkanî, qeza ji ber ku ajokar kontrola erebeyê winda kir pêk hatiye.

Nûçegihan anî ziman ku birîndar rakirin nexweşxaneyê û hin jî veguhastin Nexweşxaneya El Muctehid a Şamê.

(fr)