Li gundewarê Şamê êrişa çekdarî

Çekdarên nenas li herêma Qudsiya ya Şamê bi ser mala bazirganekî de girtin.

Li gundewarê Şamê êrişa çekdarî
20 îlon, 2025   17:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku bazirganekî ku xwediyê şîrketeke erebeyan û ofîseke milkan e, çekdarên nensas êriş mala wî kirin. 

Li gorî SOHR`ê çekdaran, li bazirgên xistine, jin û zarokên wî girê dane, 900 gram zêr, 100 milyon lîreyên sûriyeyî û 8 hezar dolar ên di mal de dizîne.

Tevliheviya ewlehiyê li bajarên di bin kontrola hêzên Hikuemta Veguhêz a Sûriyeyê de berdewam e. Şênî bi fikar û bi tirsin nemaze ku hikumet ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê ti gavan navêje.

(ac/şx)

ANHA