Li gundekî Efrînê jinek hat qetilkirin

Li gundekî Efrîna dagirkirî kesekî gule berdan xwişka xwe ya 20 salî û ew qetil kir.

Li gundekî Efrînê jinek hat qetilkirin
20 tebax, 2025   14:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundekî Efrîna dagirkirî li dijî jineke 20 salî sûcekî hovane hate kirin û hate qetilkirin.

Li gorî agahiyên destpêkê, birayê wê di hundirê malê de gule berdane xwişka xwe û tavilê jiyana xwe ji dest daye. Dûre bersûc ber bi cihekî nediyar ve reviyaye. Çavkaniyên xwecih destnîşan kir ku sûc bi hincetên derew hatiye kirin.

Ev sûc asta tevliheviya ewlehî li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de nîşan dide. Êdî sûcên qetilkirinê û dîmenên binpêkirinan rojane li van herêman tên dîtin.

(fr)