Li gundek Sûdanê hezaz çêbû: Zêdeyî hezar kes mirin

Li gundek yê herêma Darfûrê ya li rojavayê Sûdanê, ji ber hezazeke mezin zêdetirî hezaran kes jiyana xwe ji dest dane.

Li gundek Sûdanê hezaz çêbû: Zêdeyî hezar kes mirin
2 îlon, 2025   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

 Li gorî daxuyaniya Artêş-Tevgera Rizgariyê ya Sûdanê, duh li gundê Terasîn yê Sûdanî hezazek mezin çêbûye û zêdeyî hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Hate ragihandin ku tenê mirovek sax ma.

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Hezaza mezin û hilweşîner gundê Tarasînê bi temamî xera kir. Li gorî agahiyên destpêkê gundî hemû mirin.”

Komê bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên alîkariya mirovî ya navneteweyî kir ku ji bo derxistina cenazeyên di binê axê de alîkariyeke lezgîn bikin.

Waliyê Darfûrê Mînnî Arko Mînawî jî bûyer bi ‘trajediyê’ pênase kir û bang li civaka navneteweyî kir ku bi lez bikeve dewrê û got, “Ev trajedî ewqasî mezin e ku gelê me bi tena serê xwe nikare ji bin rabe.”

Li qadeke berfireh a Darfûrê ji sala 2023’an û vir ve di navbera artêşa Sûdanê û hêza paramîlîter Hêzên Piştevaniya Lezgîn de şerekî navxweyî diqewime. Li herêmê xela hatiye ragihandin û gefa birçîbûnê li ser milyonan mirovî heye.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî di şer de ku ji Nîsana 2023’an û vir ve dewam dike, bi deh hezaran kes mirin, zêdeyî 14 milyon mirov ji cih û warê xwe bûn.