Li gundê Aşmê yê Kobanê temamkirina merasîma lihevhatina 2 malbatan

Komîteya Lihevanînê ya Kobanê merasîma temamkirina lihevhatina 2 malbatên ji gundên Aşmê û Cibnê, li Aşmê li dar xist.

31 adar, 2026   16:56
KOBANÊ

Komîteya Lihevanînê ya bajarê Kobanê du malbatên ji gundê Cibnê û Aşmê ku ji 2012`an de ji ber pirsgirêkan heta niha 5 kes hatibûn kuştin, li hev anîn. Merasîma lihevhatinê duh jî li gundê Cibnê çêbû, îro jî li gundê Aşmê pêk hat.

Komîteyê, ji bo lihevhatinê, 6 kon li gundê Aşmê vegirtin.

Di civîna lihevanînê de hejmarek şêniyên Kobanê, rûspî, şêxên Ereb û Kurd, nûnerên ji Rêveberiya Kobanê, saziyên jinan, partiyên siyasî, Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî û endam Fermandariya Giştî ya QSDˊê Mehmûd Berxwedan, Cîgirê Wezîrê Parastinê yê hikumeta demkî Sîpan Hemo amade bûn.

Merasîma lihevhatinê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûre Mazlûm Ebdî spasiya her kesê beşdarî çareserkirina vê pirsgirêkê bûye kir û got: "Em amadebûyan silav dikin. Duh em li gundê Cibnê bûn û îro jî em li gundê Aşmê ne. Em bi hêvî aştî li herêma me bi taybet jî li Kobanê misoger bibe. Beriya 14 salan li ser xaleke kontrolê pirsgirêkeke çêbû, îro em wê pirsgirêkê çareser dikin."

Ebdî di dawamê de got:  "Em vê pirsgirêkê ku bi xwe re bandorên neyênî li herêmê anîne çareser dikin. Em bi vê lihevanînê kêfxweş in. Em her du malbatan silav û spas dikin ku ev lihevanîn qebûl kirin. Em spasiya her kesê beşdarî vê lihevanînê bûne dikin. Pêdiviya merheleyê bi ewlehî, aramiyê û çareserkirinê û yekitiya civakan heye."

Sîpan Hemo jî diyar kir ku vê lihevanînê li her du malbatan û gelê herêmê pîroz dikin û hêvî kir ku ev lihevanîn bibe dika misogerkirina aştiyê li herêmê û bûyerên wiha careke din dubare nebin.

Sîpan Hemo ji ber dewamkirina vê pirsgirêkê heta niha rexnedayîna xwe da û got: "Em bi hêvî ne ev lihevanîn bibe deriyê çareseriyê ji bo tevahî pirsgirêkan."

Li ser navê eşîra Kêtîkan a bajarê Kobanê şêx û rûspiyê eşîrê Necîb Besrawî axivî: "Em spasiya her kesê beşdarî vê lihevanînê bûye dikin."

Girêdayî mijarê, Mehmûd Berxwedan jî got: "Em di vê roja îro de ku lihevhatin çêbûye kêfxweş in. Her gund Cibnê û Aşmê di xizmeta welat û gel de xwedî dîrokek kevnar in û fedakariyên mezin dane."

Dûre cîgira hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Kobanê Mizgîn Xelîl spasiya her kesî beşdarî vê çareserkirinê bûye kir û hêvî kir ku her du malbatan bi dilekî geş çareseriyê pêşwazî bikin.

Rêvebera Meclisa Lihevanînê Siltane Hemîdî diyar kir ku Kobanê bi berxwedana xwe mohra xwe li dîrokê da.

Li ser navê malbatên qurbaniyan ên gundê Aşmê Bozan Mihemed Osman û Hesen Osman Selman axivîn. Her duyan spasiya kesên beşdarî vê lihevanînê bûne kir û bi navê eşîra xwe hemû beşdar û fermandarên leşkerî pêşwazî kirin. Ji ber ku wan roleke girîng di vê merheleyê de lîst.

Di dawiyê de rûspiyê gundê Aşmê Mistefa Mistefa wesîqeya lihevanînê xwend.

(fr)

ANHA