Li Dirbêsiyê 68 şehîd hatin bibîranîn

Şêniyên Dirbêsiyê 68 şehîdên ku di mehên Çile, Sibat û Adarê de li dever û demên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn.

Li Dirbêsiyê 68 şehîd hatin bibîranîn
Li Dirbêsiyê 68 şehîd hatin bibîranîn
Li Dirbêsiyê 68 şehîd hatin bibîranîn
Li Dirbêsiyê 68 şehîd hatin bibîranîn
Li Dirbêsiyê 68 şehîd hatin bibîranîn
31 adar, 2026   16:16
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê îro 68 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Parastina Gel (HPG) ku di mehên Çile, Sibat û Adarê de şehîd bûne, bi bîr anîn. 

Merasîma bîranînê li Navenda Çand û Hunerê bi beşdariya malbatên şehîdan, endamên sazî û meclisên sivîl û şêniyên herêmê hate lidarxistin.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Xetîb axivî û destnîşan kir ku şehîdan ji bo azadî û rûmeta civakê canê xwe feda kiriye. Xetîb diyar kir ku ewlehî û aramiya herêmê bi saya fedakariyên şehîdan e û banga berdewamkirina têkoşînê li ser rêya şehîdan û parastina nirxên wan kir.

Ji fermandarên QSD'ê Berxwedan Amûdê jî axivî û diyar kir ku hêzan wan dê doza şehîdan û  regezên ku wan jiyana xwe ji bo wan feda kiriye, bişpoînin.

Merasîm bi nîşandana sînevîzyoneke der barê jiyan û fedakariyên şehîdan de bi dawî bû.

(k)