Hikmet Hebîb: Nenavendîbûna demokratîk garantiya parastina mafên hemû pêkhateyan e 

Serokê Desteya Neteweyî ya Ereb Hikmet Hebîb diyar kir ku nenavendîbûna demokratîk ji bo parastina mafên hemû pêkhateyan rêbazeke bingehîn e.

Hikmet Hebîb: Nenavendîbûna demokratîk garantiya parastina mafên hemû pêkhateyan e 
14 adar, 2026   02:37
QAMIŞLO
SILAVA ABDULEHMAN

Siyasetmedaran diyar dikin ku pêkanîna aştiyê li Sûriyeyê bi avakirina pergaleke demokratîk ve girêdayî ye ku beşdariya dadperwer ji bo hemû sûriyeyiyan garantî dike.

Der barê mijarê de serokê Desteya Neteweyî ya Ereb û endamê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hikmet Hebîb, ji ajansa me re li ser rêyên çareserkirina krîza Sûriyeyê û pêkanîna aştî û demokrasiyê axivî.

Hikmet Hebîb diyar kir ku Sûriye bi dehan salan di bin rejîmek navendî û otorîter de maye û da zanîn ku ev pergal bû sedema rewşa parçebûnê di nava civaka Sûriyeyê de, her wiha bû sedem ku gel rabe û daxwaza guhertina vê rewşê û avakirina pergaleke demokratîk bike.

Hebîb destnîşan kir ku peyama Rêber Abdullah Ocalan a der barê aştî û civaka demokratîk de bandoreke erênî li ser çareseriya li Sûriyeyê kir. Hebîb diyar kir ku Sûriye nikare di siberojê de, bi taybetî li Rojhilata Navîn, rola xwe ya şaristanî û mirovî ji nû ve bi dest bixe, eger hemû pêkhateyên wê yên Ereb, Kurd û Suryan mafên xwe negirin. Her wiha destnîşan kir ku van pêkhateyan di bin polîtîkayên rejîmên navendî de gelek êş kişandine.

Hebîb pirsgirêka Kurd wek yek ji pirsgirêkên neteweyî yên deh salên dawîn bi nav kir û diyar kir ku polîtîkayên ji bo pişaftina Kurdan di nava yekrengiyê de, her wiha êşa ku Suryan û Asûriyan kişandine, di nav civaka Sûriyeyê de bûye sedema rewşeke aloziyê.

Hebîb aşkera kir ku Kurdên Sûriyeyê li ser vê axê dijîn lê mafên wan ên çandî û siyasî hatine înkarkirin, her wiha gelek ji wan ji welatîbûna xwe hatine bêparkirin.

Hikmet Hebîb got misogerkirina mafên welatiyên Sûriyeyê bi avakirina dewletek hemwelatîbûnê û dewleteke nenavendî û demokratîk ve girêdayî ye, da ku hemû welatî hest bikin ku hemû pêkhate xwe wek welatiyên vî welatî dibînin, ew jî bi rêya  misogerkirina mafên wan di nav pergaleke demokratîk a nenavendî de ye ku dikare nakokiyan bi dawî bike.

Hebîb diyar kir ku ezmûna Rojava modelek ava kiriye ku li ser biratiya gelan û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên wê yên cihêreng de hatiye avakirin. Hebîb wê modelê wekî çirayek ronahiyê nirxand ku welatî dikarin ji bo avakirina siberoja xwe ya hevpar sûdê jê wergirin.

Hikmet Hebîb di dawiyê diyar ku nenavendîbûna demokratîk nayê wateya veqetandinê, lê berevajî vê yekê ye; ew hêzek e ji bo siberoja Sûriyeyê. Hebîb got çareseriyeke rastîn ji bo hemû pirsgirêkên Sûriyeyê, nemaze pirsgirêka pêkhateyên wê yên cihêreng, nikare were bidestxistin bêyî ku pergaleke demokratîk û nenavendî were avakirin ku hemû pêkhate di maf û erkên xwe de wekhev bin.

(k)

ANHA