Li Til Birakê semînera Hefteya Lehengiyê

Xelkê Til Birakê ya kantona Cizîrê şehîd Mahsûm Korkmaz (Egîd) di salvegera şehadeta wî ya 39ˊan û şehîdên Hefteya Lehengiyê bi bîr anîn.

Li Til Birakê semînera Hefteya Lehengiyê
Li Til Birakê semînera Hefteya Lehengiyê
Li Til Birakê semînera Hefteya Lehengiyê
Li Til Birakê semînera Hefteya Lehengiyê
Li Til Birakê semînera Hefteya Lehengiyê
Li Til Birakê semînera Hefteya Lehengiyê
30 adar, 2024   19:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Til Birakê ji bo bîranîna şehîdên Hefteya Lehengiyê û şehîd Mahsûm Korkmaz semînerek da. Di semînerê de xelkê navçeyê, endamên saziyên sivîl û leşkerî amade bûn. Semîner li meclisa navçeyê hat dayîn.

Di semînerê de endama PYDˊê ya Hesekê Fîdan Hesen axivî û got: "Berxwedana girtîgehan, nexasim girtîgeha Amedê û fedakariya şehîdan, ji Mazlûm Dogan heta bi Mahsûm Korkmaz bigire, çirûksa berxwedana gel e."

Fîdan soza şopandina rêça şehîdan heta têkbirina siyasetên qirkirin û dagirkeriyê da û got ew ê li hember dagirkeriyê bisekinin û heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li ser soza xwe bin.

(fr)

ANHA