Li Girê Spî çeteyên Cebhe El Şamiye bi hev ketine

Li kantona Girê Spî ya dagirkirî şerê çeteyên dewleta Tirk a dagirker de berdewam e. Di encamê de 3 çete hatine kuştin û 6 sivîl jî birîndar bûne.

Li Girê Spî çeteyên Cebhe El Şamiye bi hev ketine
4 kanûn, 2023   11:35
EYN ÎSA

Çavkaniyên xwecih ji kantona Girê Spî ragihand ku ji duh ve şerê di navbera komên çeteyên Cebhe El Şamiye de berdewam e. 

Li gorî heman çavkaniyan, di şer de çekên navîn û sivik, top û tank hatine bikaranîn. Di encamê de 3 çete hatine kuştin û 4 çete jî birîndar bûne û veguhastine nexweşxaneyên Tirkiyeyê.

Çavkaniyan da zanîn ku ji ber şer, şêniyên herêmê ber bi gundê Cezle ve koçber bûne û di wê demê de 6 sivîl birîndar bûne.

Çavkaniyan aşkera kir ku çeteyên Cebhe El Şamiye yên bi serkêşiya Raêd El Dehiş xwe li nêzî seyrangeha bajarokê Eyn El Erûs asê kiriye û çeteyên Cebhe El Şamiye yên bi serkêşiya Ebû Amir jî li taxa Îskan a başûrê Gir Spî mane.

Heta niha sedema aloziya di navbera çeteyan de nehatiye zanîn. Hemwextî wê qedexeya giştî li kantonê heye û sûk hatine girtin.

(şx)

ANHA