Li Fransayê polîsan avêtin ser komeleya Kurdan: 4 binçavkirin

Li bajarê Draguignan ê Fransayê, polîsên Fransayê avêtin ser Navenda Civaka Demokratîk a Kurd.

Li Fransayê polîsan avêtin ser komeleya Kurdan: 4 binçavkirin
23 îlon, 2025   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî agahiyên ANFê lêkolîn li avahiya komeleyê dewam dike û çar endamên komeleyê jî li mala xwe hatin binçavkirin.

Di daxuyaniya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Draguignanê de hate ragihandin ku serdegirtina polîsan li navendeke civakê nayê fêhmkirin û nayê qebûlkirn.

Navenda Civakê bang kir ku dest ji krîmînalîzekirina gel û saziyên Kurdan berdin û bang li Kurdistaniyên li Draguignanê jî kir ku xwedî li komeleya xwe derkevin.