Li Fransyê 6 kurd hatin girtin

Piştî ku li Belçîkayê polîsan avêtin ser qenalên televîzyonê yên Stêrk TV û Medya Haber TV, li Fransayê jî 6 endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Drancy hatin binçavkirin.

Li Fransyê 6 kurd hatin girtin
23 nîsan, 2024   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyan, li banliyoya Drancy a herêma Parîsê saet di 06:00 de serdegirtin li malên endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate kirin. Di dema serdegirtinê de mal hatin talankirin û 6 Kurdên ku navê wan nehate hînbûn hatin binçvakirin.

Ev serdegirtin di heman demê de pêk hat ku li Belçîkayê serdegirtin li saziyên medyayê yên Kurd hate kirin.

Hêjayî gotinê ye Fransayê hefteyên derbasbûyî 3 penaberên Kurd bi rengekî îllegal radestî Tirkiyeyê kiribû û bûbû sedem ku bêne girtin.