Ciwanek di Bendava Mizgeftê de xeniqî
Mihemed El Ehmed dema ku avjenî di Bendava Mizgeftê de dikir, xeniqî. Cenazeyê Mihemed El Ehmed hîna nehatiye dîtin.

Nûçegihanê me ji bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê ragihand ku ciwanê bi navê Mihemed El Ehmed duh derengî şevê dema bi hin hevalên xwe re di Bendava Mizgeftê de avjenî dikir, xeniqî
Cenazeyê Mihemed El Ehmed ê ji gundê Xirbe Emo yê başûrê Qamişloyê ye hîna nehatiye dîtine.
Hevalên El Ehmed der barê bûyerê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn agahdar kir. Di vê çarçoveyê de ekîbên rewşên awarte yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe dan bendavê û lêgerîna cenaze didomînin.
(bb)
ANHA