Li Fîlîpînan bîlançoya giran a bagerê

Ji ber bagera super Fung-wong li Fîlîpînan herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest da û nêzî milyonek mirov ji cih û warên xwe bûn.

Li Fîlîpînan bîlançoya giran a bagerê
10 mijdar, 2025   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Fîlîpînan ku ji bagera Kalmaegi ya hefteya derbasbûyî derbeke giran xwar, vê carê jî kete bin bandora bagera super Fung-wong.

Rayedaran diyar kiri ku herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û 1.4 milyon mirov neçar man ku malên xwe biterikînin.

Hate ragihandin ku ji ber bagerê lehî rabû, hezaz rû da û xisareke cidî li binesaziya welêt kir. Li gelek deveran çûyîn û hatin asteng bûn, tîmên rizgarkirinê li hin deveran serê sibehê karîbûn mudaxele bikin.

Li eyaleta Cagayanê gelek gund di binê avê de man. Li Dipaculao û derdora wê elektrîk qut bû û rêyên bingehîn hatin birîn.

Ji ber bagera Kalmaegi ya hefteya derbasbûyî li Fîlîpînê 224 kesan jiyana xwe ji dest da.