Li Fasê ji ber lehiyê 21 kes mirin

Li bajarê Asifî yê Fasê ji ber lehiyê 21 kesan jiyana xwe ji dest da û zirarên mezin çêbûn.

Li Fasê ji ber lehiyê 21 kes mirin
15 kanûn, 2025   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên herêmê ragihand ku roja Yekşemê li bajarê Asifî yê li perava Atlantîkê yê Fasê, ji ber baraneke dijwar a ji nişka ve, lehî rabûn. Rayedaran da zanîn ku di encama lehiyê de 21 kesan jiyana xwe ji dest da.

Desthilata Fasê bi daxuyaniyekê ragihand ku li bajarê ku derdora 300 kîlometreyan li başûrê paytext Rîbatê di nava kêmî saetekê de bahozeke rabû, di encamê de lehî çêbû. Desthilatê da zanîn ku di encama lehiyê de zirarên mezin ên mirovî û madî çêbûn.

Li gorî agahiyên ku destpêkê hatibûn parvekirin 32 kes birîndar bûn û ji bo nexweşxaneya bajar hatibûn veguhastin, piştî tedawiya pêwîst dîtin, ji nexweşxaneyê derketin.

Li gorî daneyên fermî jî derdora 70 mal û navendên bazirganiyê û gelek erebe di bin avê de mane.

Desthilata xwecih da zanîn ku xebatên lêgerînê li kesên dibe winda bûne, dewam dikin. Her wiha diyar kir ku tîmên awarte alîkariya bi malbatên mexdûr dike û ziraran dinirxînin.

(b)