Li Ezazê qedexeya derketina derve hat ragihandin

Li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê ji ber derketina pevçûnan di navbera komên çekdar û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de, qedexeya derketina derve hate ragihandin û berdewam dike. Li gorî çavkaniyên herêmê hejmarek kes birîndar bûn û hin jî hatin girtin.

Li Ezazê qedexeya derketina derve hat ragihandin
19 tîrmeh, 2026   09:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (18 Tîrmeh) di saetên dereng ên şevê de heta berbanga îro (19 Tîrmeh), li bajarê Ezaz yê gundewarê bakurê Helebê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û komên çekdar de pevçûn derket. Ji ber vê yek qedexeya derketina derve li bajêr hate destpêkirin û hîn jî rewşa bajêr di nava seferberiyê de ye. 

Li bajarê Ezazê ji ber belavbûn û tevgera Hêzên Ewlekariya Hundirîn xwepêşandanek hat lidarxistin, hinek xwepêşander sloganên ku endamên ewlekariyê bi navê “Şebîha” dida naskirin, berz kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kirin ku pevçûn di dema destwerdanan pevçûna di navbera aliyên çekdar li bajêr de, endamên wan ji hêla çekdaran ve hatin gulebarankirin. Ev yek hişt ku rewşa derketina li hemberî hev heta saetên berbangê bidome.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn qedexeya derketina derve li bajarê Ezazê ragihand, di çarçoveya rawestandina wan pevçûnan de sewqiyetên leşkerî yên mezin şandin herêmê.

Li gorî çavkaniyên herêmî, di saetên berbanga sibehê de ji bo sekinandina rewşa heyî, di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hejmarek ji rûspiyên Ezazê hevdîtin çêbû.

Hîn jî li bajêr rewşeke ne bi istiqrar heye, hêzên ewlehiyê li hemû taxan hatine belavkirin. Çavkaniyan destnîşan kir ku di hejmarek ji kesên di nava pevçûnan de cih girtine, birîndar hene û hinek kesa jî hatin girtin. Heta niha bîlançoyeke fermî nehatiye aşkerekirin.

(sb)

ANHA