Hêzên Îsraîlê ketin gundewarê Quneytrayê

Hêzên Îsraîlê ketin gundewarê Quneytrayê û derdora bajarokê Hemîdiyê topbaran kir.

Hêzên Îsraîlê ketin gundewarê Quneytrayê
19 tîrmeh, 2026   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî, îro ragihandin ku hêzeke Îsraîlê ket gundê Samdaniya Şerqiya li gundewarê bakurê Quneytrayê.

Çavkaniyan diyar kirin ev hêz, ku ji 5 wesayîtên leşkerî pêk dihat, ketine gund û xaleke kontrolê ya demkî danîne.

Di heman demê de, hêzên Îsraîlê yên ku li bajarokê Hemîdiyê bi cih bûne, bi topek hawanê û bombeyeke dûmanê herêma di navbera Hemîdiyê û bajarê Selam li gundewarê bakurê Quneytrayê de topabaran kirin.

(k)

ANHA