Jinan peyama Rêber Abdullah Ocalan nirxand

Li Çilaxa jinan pêşniyarên dawîn ên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê bihêzkirina jinan de, gotûbêj kirin û bal kişand ser çawaniya xurtkirina rola jinan di civakê de.

Jinan peyama Rêber Abdullah Ocalan nirxand
Jinan peyama Rêber Abdullah Ocalan nirxand
Jinan peyama Rêber Abdullah Ocalan nirxand
Jinan peyama Rêber Abdullah Ocalan nirxand
Jinan peyama Rêber Abdullah Ocalan nirxand
Jinan peyama Rêber Abdullah Ocalan nirxand
Jinan peyama Rêber Abdullah Ocalan nirxand
7 gulan, 2025   15:45
QAMIŞLO

Îro Konga Star ji bo jinên bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê civînek li dar xist û peyama Rêber Abdullah Ocalan a ku bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê şandibû, hate nirxandin.

Bi dehan jin, nûnerên saziyên civaka sivîl, Komîteya Jinan a Meclisa Şaredariyê, malbatên şehîdan, Yekitiya Jinên Ciwan di civînê de amade bûn.

Di civînê de endam aKongra Star Nisrîn Hisên peyama Rêber Abdullah Ocalan xwend.

Piştre jî rêveberên Kongreya Star a kantona Cizîrê Sozdar Qasim naveroka nameyê vegot û bal kişand ser girîngiya azadiya jinan di felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de. Di berdewama civînê de beşdaran der barê mijarê de gotûbêj kirin.

Civîn bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.

(k)