Li Eyn Îsayê mayînek bi jineke ciwan de teqiya

Li Eyn Îsayê li li nêzî baregeheke dewleta Tirk a li gundewarê Eyn Îsayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mayînek bi jineke ciwan de teqiya û jiyana xwe ji dest da.

Li Eyn Îsayê mayînek bi jineke ciwan de teqiya
9 tîrmeh, 2025   20:12
EYN ÎSA

Çavkaniyek xwecihî ji gundewarên rojavayê Eyn Îsayê îro ragihand ku li nêzî baregeheke dewleta Tirk a li gundê Tînê yê dagirkirî yê gundewarê Eyn Îsayê mayînek teqiya, di encamê de jina ciwan Nûf Elî Ferhan El Asî (18) jiyana xwe ji dest da.

Li gorî heman çavkaniyê, jina ciwan yekser jiyana xwe ji dest da û malbata wê dest bi veşartina cenazeyê wê kir.

(ac/fr)

ANHA