Xelkê Siwêdayê daxwaza îstîfakirina parêzger kir

Şêniyên Siwêdayê li dijî "gilîname" ya ku parêzgerê Siwêdayê ji dozgeriya giştî ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re rakiriye û tê de lîsteya navên hejmarek nûnerên "Desteya Giştî ya Tevgera Aştiyane" heye, xwepêşandanek li dar xist.

Xelkê Siwêdayê daxwaza îstîfakirina parêzger kir
9 tîrmeh, 2025   20:25
SIWÊDA

Bi dehan xelkê Siwêdayê "gilîname"ya ku navên nûnerên "Desteya Giştî ya Tevgera Aştiyane" heye, ku parêzgerê Siwêdayê ji dozgeriya giştî ya hikumeta veguhêz re rakiriye, xwepêşandanek li dar xist.

Di "gilîname"yê de hatibû diyarkirin ku wan navan binpêkirin û tecawiz li dijî heybeta hikumetê û karmendên wê pêk anîne û bi awayekî nerewa dest werdaye biryar û karûbarên wan.

Desteya Giştî ya Tevgera Aştiyane ev îdia red kirin û diyar kir ku armnac ji van derewan pêşîgirtina li xebata wan a şoreşgerî û ya li dijî gendeliyê ye.

Parêzer û serokê Desteya Siyasî Salih Elmedîn ji ajansa me re diyar kir ku ev gav di çarçoveya hewldanên vegeraneina sembolên rejîma berê de, hatiye avêtin û diyar kir: "Piştî ketina rejîmê, deste karê îdarî yê parêzgehê bi rê ve dibe û nahêle gendel vegerin cihên biryardayînê."

Elmedîn diyar kir ku ji nêzî 4 mehan ve hevkarî di navbera wan û parêzgerê Siwêdayê de hebû, lê ev biryar ji nişkê ve hat dayîn û weke xiyaneta dijî rêkeftinên berê û darbaya li hember rêkeftina ku pêk hatiye.

Parêzer û endamê Nivîsgeha Rêveber a Desteya Siyasî Mufîd Ebû Emar ji ajansa me re aşkera kir ku desteya wan van îdiayên nerast red kirin û got: "Ev îdia li dijî çalakvanên aştiyane yên ku li hemberî gendeliyê tê dikoşin, hatine derxistin."

Li dijî vê "gilîame" yê, îro komek ji çalakgeran di nav de Semahir El Endarî heye ku piştgirî da çalakiyên aştiyane, xwepêşandanek li dar xist. Semahir diyar kir ku yên ku destpêkê derketine çiqilên zeytûnan rakirin ne çek û ji wan re divê rêz were girtin û piştgirî were dayîn.

Xwepêşandêran daxwaza hesabxwestin û îstîfakirina parêzgerê Siwêdayê kir.

Ev demek e bangên hesabxwestinê ji sûcdarên gendeliyê tên kirin, lê hikumet tu gavên ber bi çareseriya vê pirsgirêkê ve hîn neavêtine.

(mh/fr)

ANHA