Li Ewropa û Amerîkaya Başûr çalakiyên ji bo Rojava dewam dikin

Êrişên qirkirinê yên çeteyên hikumeta demkî, DAIŞ û Tirkiyeyê, li Ewropa û Amerîkaya Başûr bi meş û mitîngan tên protestokirin. Bi deh hezaran kes tevî hewaya sar jî xwedî li Rojava derkevin.

Li Ewropa û Amerîkaya Başûr çalakiyên ji bo Rojava dewam dikin
27 ÇILE, 2026   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN 

Kurdistanî û dostên wan li bajarên cuda ên Ewropayê li dijî êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê, DAIŞ û Tirkiyeyê, kolanan tijî kirin. Girseyê tevî hewaya sar jî daketin qadan û bi ruhê yekitiya neteweyî bi meş û mitîngan xwedî li Rojava derketin.

STOCKHOLM

Li bajarê Stocholm ê Swêdê, girse li qada Sergels Torgê li hev civiya. Beşdaran bi hilgirtina alên YPG û YPJ’ê axaftinan kirin û bi dirûşmeyan bertekên xwe nîşan dan.

GOTEBORG

Li bajarê Goteborgê, bi hezaran kes li qada Brunnsparkenê li hev civiyan. Beşdaran bi axaftin û dirûşmeyan xwedî li şervanên ku li ber xwe didin derketin.

HELSINGBORG

Kurdistanî li bajarê Helsînborg ê Swêdê jî bo protestokirina êrîşên li ser Rojava çalakî lidarxistin. Beşdaran banga rawestandina hewldanên qirkirinê yên li ser Rojava kirin.

Di axaftinên li qada  Centralstationê de hate destnîşankirin ku terora DAIŞ’ê ji aliyê ciwanên Kurd ve hate rawestandin û hate diyarkirin ku bêdengiya hêzên navneteweyî bêexlaqî û bêrêgezî ye. Têkoşîna demokrasiyê ya ku bi pêşengiya jinên Kurd tê meşandin, wekî ‘têkoşîna rewa ya rast’ hate binavkirin.

Beşdaran di çalakiyê de dirûşmên “Terorîst Colanî”, “Colanî û DAIŞ’ê heman in” berzkirin û bal kişandin ser bêdengiya navneteweyî.

Çalakî, bi peyamên piştevaniyê ji bo Rojava bi dawî bû.

GAVLE

Gireya ku li qada Stortorgetê li hev kom bûn, tevî alên YPG-YPJ’ê meşiyan.

KARLSTAD

Kurdistanî û dostên wan ên li qada Stortorgetê li hev civiyan, tevî hewaya sar jî tevî dirûşme û sirûdan meşiyan.

Nêzî 2 hezar kes tevlî mitînga ku cara ewil hate lidarxistin bûn. Girseyê  li Stortorgetê kom bûn û ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Çalakî bi mitîngê bi dawî bû.

AMERÎKAYA BAŞÛR

Bangên rawestandina êrîşên li ser Rojava û mezinkirina piştgiriya navnetewî ji Amerîkaya Başûr bilind dibin. Piştî peyama nivîskî ya piştgiriyê û peyama dîmen a endama Memoria, Verdad y Justicia ya li Arjantînê Mirta Israilí, ji Şîlî jî komeke jinên ku bi tevgera jinên Kurd re di nava têkiliyê û piştgiriyê de ne, dest bi tevgerê kirin. Jinan bi çalakiya xwe qirkirinên li Rojava protesto kirin û bang li rawestandina êrîşan kirin.

Di daxuyaniya Memoria, Verdad y Justicia ya li Arjantînê de, êrîşên leşkerî yên li ser gelê Kurd bi taybetî li herêma Rojava bi tundî hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên girêdayî komên cîhadî yên li Sûriyê, bi piştgiriya Tirkiye, Îsraîl û DYA’yê milîsên DAÎŞ’ê ji nû ve çekdar dikin. Hate destnîşankirin ku ev êrîş armanc dikin ezmûna demokratîk a ku bi têkoşîna hevpar a gelan li Rojava hatiye avakirin.

Sazî ji bo demildest rawestandina êrişan bang kir, diyar kir ku divê kesên berpirsiyar ên windabûna jiyanê û hilweşandina binesaziyê hesab bidin û got ku ew ê destûrê nedin qirkirineke nû.

Heman bang di peyama bi dîmena endama Memoria, Verdad y Justicia Mirta Israilí de jî hate dubarekirin. Israilí ku wek endamekê gelê ku li Arjantînê qirkirin jiyaye diaxive, got êrîşên li ser gelê Kurd ji aliyê rejîma Sûriyê ve, bi sûcdariya Tirkiye, Îsraîl û DYA’yê têne meşandin.

 Em wek gel dizanin ku qirkirin tê çi wateyê” Israilí wiha got û destnîşan kir ku ew ê tu carî li hemberî qirkirineke nû ya li dijî gelê Kurd bêdeng nemînin. Ji Arjantînê ji bo jinên li Rojava berxwedan didin, gelan û zarokan peyama piştgiriya şand.

Ji aliyê din ve li Şîlî, komeke jinên ku bi tevgera jinên Kurd re têkilî û piştgiriyê didomînin, ji bo protestokirina qirkirinên li Rojava çalakiyeke sembolîk pêk anîn. Jinan keziyên porê xwe çêkirin û bi pankartên ku destnîşan dikin jinên li Rojava berxwe didin û gel ne tenê ye, peyama piştgiriyê dan.

Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku berxwedana li Rojava azadiya jinê û jiyana hevpar a gelan diparêze.

Li paytexta Kolombiya Bogotayê, li pirên herî girîng ên bajar pankarteke piştgiriya Şoreşa Rojava hate daliqandin. Ev çalakî ji bo 11’emîn salvegera Kobanê hate kirin.

Li Berlînê ciwanan Wezareta Derve ya Almanyayê dagir kirin û rewşa Rojava protesto kirin.

Li Nürnbergê enternasyonalîstan çalakiyeke spontane lidar xistin.

Li zanîngehên Duisburg û Leipzigê xwendekarên amfî dagir kirin, çalakiya die-in kirin û belavokên ku balê dikişînin ser dorpêça Kobanê belav kirin.

Li Kölnê navenda giştî ya partiya CDU hate dagirkirin.

Li Lübeckê ciwanan bi boyaxa spreyê li navendên CDU û SPD çalakî kirin.

Li Frankfurt, Stuttgart û Darmstadtê li ser piran pankart hatin daliqandin; bi dirûşmeyên “Kobanê sembola hêviyê ye” û “Rojava li her derê ye, her der berxwedan e” peyam hatin dayîn.

Ji Swîsre, Îtalya, Polonya, Portekîz, Barselona û Katalonyayê (Lleida), ji Brîtanyaya Mezin (Dundee, Leeds, Brighton, Manchester, Edinburgh, Glasgow, London û Cardiff) û ji Almanyayê (Berlin û Steinhoeffel) ciwanên enternasyonal silavên piştgiriyê ji gelê Rojava re şandin.

Ji bajarên Brîtanyaya Mezin Dundee, Leeds, Brighton, Manchester, Edinburgh, Glasgow, London û Cardiff ciwan peyamên piştgiriyê ji Rojava re şandin.

Li bajarên Spanyayê Malaga û Valensiya ciwanan çalakiyên pankart vekirinê lidar xistin.