Li Enqere û Stenbolê 2 rojnamevan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin

Li Enqere û Stenbolê di serdegirtinên malan de rojnamevan di nav de, gelek kes hatin binçavkirin.

Li Enqere û Stenbolê 2 rojnamevan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin
28 adar, 2025   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li Stenbol û Enqereyê îro jî bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan ên li Stenbolê de nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Elîf Baybûrt û nûçegihana Rrojnameya Evrenselê Nîsa Sûde Demîrel hatin binçavkirin. 

Rojnamevan birin Midûriyeta Emniyetê ya bajar. Her du rojnamevanan jî çalakiyên protestoyî yên li dijî lêpirsîna têkildarî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dişopandin.

Her wiha li Enqereyê jî bi ser gelek malan de hate girtin. Hat zanîn ku di serdegirtinên malan de xwendekar jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.