Li Efrînê termek hat dîtin

Li Efrînê termê kesekî nêzî bendeke kontrolê ya çeteyan hat dîtin.

Li Efrînê termek hat dîtin
17 hezîran 2024   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku  li nêzî xaçerêya gundê Telef ê başûrê rojavayê bajar Efrînê termê kesekî di nava zeviyên çandiniyê de hate dîtin.

Li gorî çavkanî, termê hatî dîtin heliyayî yê kesekî di 50 saliyê de ye. Çavkanî da zanîn ku term ji bo nexweşxaneya bajar hat veguhestin.

Çavkanî da zanîn ku li nêzî cihê ku term lê hate dîtin, bendeke kontrolê ya çeteyên "El Hemzat" heye.

(bb)