Li Derayê jinekê jiyana xwe ji dest da

Li Derayê kesên nenas bombeyek avêtin malekê û di encamê de kesek jiyana xwe ji dest da 5 jî birîndar bûn.

Li Derayê jinekê jiyana xwe ji dest da
31 gulan, 2024   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku duh kesên nenas, li bajarê Newa yê rojavayê Derayê bombeyek avêtin mala rêveberekî " îstixbarata leşkerî". Di encamê de kesê hedefgirtî û 4 zarokên wî birîndar bûn û hevjîna wî jiyana xwe ji dest da.

Bi vê daneyê re bîlançoya hedefgirtinan li Derayê derket 134 bûyeran. Hemû bi rê û rêbazên cuda hatine kirin û di encamê de 176 kes hatine kuştin.

(şx)