Hemas plana DYA’yê ya der barê Xezayê de red kir

Li gorî rojnameyeke amerîkî, DYA’yê planek der barê Xezayê de amade kiriye.  Li gorî planê tê pêşbînîkirin ku 2 milyon Filîstînî bên veguheztin û herêm jî qasî 10 salan di bin kontrola DYA’yê de jinûve were avakirin.  Rayedarên Hemasê plan red kir û got "Xeza ne ya firotinê ye."

Hemas plana DYA’yê ya der barê Xezayê de red kir
1 îlon, 2025   18:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Washington Post, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) têkildarî dema piştî şerê li Xezayê, planeke 38 rûpelî amade kir.

Li gorî nûçeyê di planê de tê pêşbînîkirin ku 2 milyon Filîstînî bi “dilxwazî” bên veguheztina welatên din yan jî herêmên ewle,  herêm jî qasî 10 salan di bin kontrola DYA’yê de jinûve were avakirin. Her wiha li gorî belgeyê, ji bo kesên cudabûnê qebûl bikin jî wê alîkariya 5 hezar dolar pere, 4 salan kirêya xanî û salekê jî alîkariya xurekê were dayîn. Ji bo kesên xwedî xak jî wê “jetonên dîjîtal” bên dayîn da ku bikarin jiyaneke nû ava bikin yan jî “li bajarên bi piştgiriya zekaya çêkirî” daîreyan bigirin.

Li gorî heman rojnameyê, plan armanc dike ku van bajarên ku wê febrîqe, navendên daneyan û hotel lê bên avakirin ku bi razemeniya civakî-taybet fînanse bike. Di vê pêvajoyê de Xeza wê ji aliyê çêkereke îdarî ya bi navê “GREAT Trust” (Fona Veguherîn, Bilezkirina Aborî û Jinûve Avakirina Xezayê) ve 10 salan were birêvebirin.

Endamê Polîtburoya Hemasê Basim Neîm der barê planê de ji AFP’ê re axivî.

Neîm plan red kir û got " Xeza ne ya firotinê ye, ne jî bajareke ku li ser nexşe û erdîngariyê hatiye jibîrkirin. Lê perçeyek ji welata mezin ê Filistînê ye."

Berpirsekî din ê Hemasê got: " Hemas tevahî planên ku gelê me dide koçberkirin û dagirkeran li ser xaka me dihêle red dike. Ev plan zalimane û bê qîmet e." Her wiha aşkera kir ku Hemas der barê vê planê bi fermî agahî wernegirtine, lê di medyayê de bihîstiye.

(ac)