Li Efrînê darên daristanan û zêdeyî 50 darên zeytûnan hatin birîn

Niştecihan û çeteyên dewleta Tirk a dagirker darên daristanan û zêdetirî 50 darên zeytûnan li gundewarên bajarê Şera yê Efrînê birîn.

Li Efrînê darên daristanan û zêdeyî 50 darên zeytûnan hatin birîn
13 nîsan, 2025   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê - Sûriyeyê ragihand ku niştecihan û çeteyên dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 50 darên zeytûnan li zeviya ku dikeve navbera gundên Qurtequlaq û Qestal Kişkê yên bajarê Şera, birîn. 

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, darên hatine birîn ên şêniyê bi navê Fewzî Şêx Nasan ê ji gundê Qestal Kişkê ne.

Di hefteya derbasbûyî de, niştecihan darên daristanê yên di navbera gundên Qestal Cindo û Qitmê de birîn û birin bajarê Ezazê yê dagirkirî.

(k)