Li Efrînê, çeteyekî êrişî dikan û xwediyê wê kir

Çeteyekî dewleta Tirk a dagirker li bajarê Raco yê Efrîna dagirkirî êrişî welatiyekî Efrînî kir û zirar bi dikanê birayê wî kir.

Li Efrînê, çeteyekî êrişî dikan û xwediyê wê kir
15 hezîran 2024   19:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên bi dest ketine, çeteyê bi navê ˊEl Hacî Ebû Hîşamˊ vê sibehê li sûka bajarê Racoyê êrişî dikana firotina zeyta zeytûnan kir.

Hat diyarkirin ku dikan ê Emîr Hisên Bîlal e û ew ji gundê Hec Xelîl ê girêdayî navçeya Raco yê Efrîna dagirkirî ye. Çeteyê bi navê El Hac Ebû Hîşam ku di koma çeteyên ˊCeyş El Îslamˊ a girêdayî dewleta Tirk a dagirker de ye, camên dikanê şikandin û bi kêrê destê birayê Emîr, Azad Bîlal birîn kir.

Li gorî agahiyan, ew êriş bêyî ku berê tu pirsgirêk di navbera xwediyê dikanê û çeteyê ji bajarê Edra yê gundewarê Şamê ye de hebe, çêbû. Her wiha hat gotin çeteyên ˊPolîsên Sivîlˊ ku li sûkê bûn, destwerdan nekirin.

(fr)