Li başûrê Lubnanê di êrişa Îsraîlê de kesek hat kuştin

Balafirek şer a Îsraîlê li başûrê Lubnanê erebeyek bombebaran kir. Hate ragihandin ku di bombebaranê de kesek hat kuştin.

Li başûrê Lubnanê di êrişa Îsraîlê de kesek hat kuştin
9 mijdar, 2025   14:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke şer a Îsraîlê navbera bajarokên Sewana û Xirbe Selem ên başûrê Lubnanê erebeyek "Pic Up" bombebaran kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di kesek di erebeyê de bû di êrişê de jiyana xwe ji dest da û zerarên madî li devera êrişê çêbûn.

Li gorî rojnameya Îsraîl El Youm, rayedarên îsraîlê bi fikar in ku Hizbullah hebûna xwe ya leşkerî li başûrê Lubnanê xurt bike û diyar kirin ku berdewama van tevgeran dihêle ku Tel Avive torenek din a operasyonên leşkerî pêk bîne.

Girêdayê mijarê, rayedarekî Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê got, tevî pêkanînên li ser wê hatine sepandin jî, Îranê îsal nêzîkî milyarek dolar da Hizbullahê. Rayedar destnîşan kir ku Washington hewl dide qutkirina fînansekirina Îranê wekî rêbazê zextê li ser Hizbullahê bi kar bîne da ku ku çek deyne.

(bb)