5 leşkerên Îsraîlê li Lubnanê hatin kuştin

Kenala 13ʹan a Îsraîlê ragihand ku li başûrê Lubnanê 5 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin û 15 leşker jî birîndar bûn.

5 leşkerên Îsraîlê li Lubnanê hatin kuştin
16 cotmeh, 2024   23:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Kenala 13ʹan a Îsraîlê ragihand ku di şerên li başûrê Lubnanê de 5 leşkerên artêşa Îsraîlê hatin kuştin û 15 din birîndar bûn.

Hizbullah a Lubnanê jî ragihandibû ku hêzên wê li başûrê Lubnanê bi artêşa Îsraîlê re di şerê giran de ne.

(mh)