Li Efrînê 4 welatî hatin revandin

Çete û MÎT’a dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 4 welatî revandin.

Li Efrînê 4 welatî hatin revandin
6 îlon, 2024   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyeyê ragihand û endamên îstîxbarata dewleta Tirk a dagirekr (MÎT) û çeteyên "Ewlehiya siyasî" roja çarşemê (4’ê Îlonê) li gundê Dêr Belût ê bajarê Cindirêsê yê Efrînê bi ser malan de girtin.

Li gorî rêxistinê çeteyên koma navborî û endamên MÎT’ê di serdegirtinê de welatiyên bi navên Ehmed Mihemed Nûr Hebeş (47), Mistefa Tahîr Ebdo (45), Omer Ehmed Henan (25) revandin û birin cihekî nediyar.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çeteyên "Polîsên leşkerî"  welatiyê bi navê Selah Ehmed (50) ê ji gundê Sêmala yê bajarê Racoyê jî revand. Rêxistinê da zanîn  ku çeteyan Selah Ehmed sewqî girtîgeha Marata ya li bajarê Efrînê kir.

(bb)

ANHA