Hêzên Îsraîlê ji Cenînê vekişiyan

Hêzên Îsraîlê piştî operasyona leşkerî ku 10 rojan dewam kir, ji bajarê Cenîn û kampa wê vekişiyan.

Hêzên Îsraîlê ji Cenînê vekişiyan
6 îlon, 2024   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeyan Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) "Hêzên Îsraîlê piştî êrişên 10 rojan ji bajarê Cenînê û kampa wê vekişyan."

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku li Cenîn û kampa wê 21 kes hatin kuştin.

Wezareta Karên Derve ya Filistînê jî li ser mijarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin "Îsraîlê, sûcên xwe yên hovane û kiryarên xwe yên wêranker û xirabkirin ku li Xezayê pêk anîbû veguhestiye Şerîdaya Rojava ya dagirkerî. Tiştên ku li parêzgehên Cenîn û Tûlkerem û kampên wan rû didin vê yekê nîşan didin."

Şaredariya Cenînê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku wê dest bi xebatên xizmetan û rakirina kavilan kiriye.

(bb)