Li Efrîn û Minbicê qetilkirin, revandin û talankirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 2 kes revandin, îşkence li endamên malbatekê kir û malên gundiyan dizîn. Çeteyan li Minbicê jî ciwanek qetil kir û ciwanek jî revand û nêzî 70 erebe dizîn.

Li Efrîn û Minbicê qetilkirin, revandin û talankirin
17 kanûn, 2024   13:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragiahnd ku çeteyên koma "Hemzat" a girêdayî dewlta Tirk a dagirker li gundê Mezin ê Efrînê li endamên malbata Ceno xist û dest danî ser milkên wan û yên gundiyan.

Li gorî rêxistinê, çeteyên "Polîsên Leşkerî" jî 13ˈê Kanûnê ve Ceylan Ehmed Ehmed (28) û birayê wê Mihemed Ehmed Ehmed (30) li benda kontrolê ya gundê Tirindê yê başûrê bajarê Efrînê ya dagirkirî revandine. Hate diyarkirin ku Ceylan û Ehmed ku astengdar in, ji gundê Nazê yê bajarê Şerayê ne, lê dema li gel û dayik û bavê xwe ji Şehbayê vedigeriyan gundê xwe, hatin revandin. Aqûbeta her du revandiyan nayê zanîn.

Rêxistinê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 15ˈê Kanûnê li taxa Eşrefiyê ya Efrînê derî û pencereyên dikanan dizîn û darên di hewşên malan de jî birîn.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê diyar kir ku çeteyên "Odeya Operasyonan a Fecir El Huriye" ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker, 13ˈê Kanûnê ciwanê bi navê Hisên El Xeso yê ji gundê Eseliyê yê Minbicê qetil kir, her wiha  ciwanê bi navê Îsamîl El Hacî revand, îşkence lê kirin û erebeya wî jî dizî.

Li gorî rêxistinê, çeteyên Ceyş El Wetenî (Hemzat, Emşat û Sultan Murad) li bajarê Minbicê nêzî 70 erebeyên şêniyan dizîn û birin Efrînê.

(bb)

ANHA