Kombûna Zenûbiya ji ber hewldanên derxistina fitneyan hişyarî da

Meclisa Tebqayê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya bang li gelê herêmê kir ku hay ji planên dewleta Tirk a dagirker ên derxistina fitneyan hebe û diyar kir ku avakirina Sûriyeya nû bi ked û têkoşîna hevpar a hemû pêkhateyên wê dibe.

Kombûna Zenûbiya ji ber hewldanên derxistina fitneyan hişyarî da
17 kanûn, 2024   12:59
TEBQA

Meclisa Tebqayê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker, ketina rejîma Baasê û avakirina Sûriyeya nû de daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna endamên deste û saziyên Rêveberiya Xweser a kantona Tebqayê û rêxistinên jinan, ji aliyê endama meclisê Necah El Hisên ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi pêkanînên rejîma Baasê yên li dijî gelê Sûriyeyê ku bû sedema hilweşandina wê hat kirin.  Her wiha behsa êş û zehmetiyên ku jinên sûriyeyî ji ber aloziyê kişandine û têkoşîna wan a ji bo parastina ewlehiya civak û malbatan jî hat kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hinek alî hewl didin serketina li hemberî rejîma Baasê bi kar bînin, da ku nakokiyan derbixin û ewlehiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji aliyê QSDˈê ve ji çeteyên DAIŞˈê hatine rizgarkirin, têk bibin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşeke aram û aştî di navbera pêkhateyên pêkhateyên gelê me de heye. Sedema vê rewşê jî yekitî û têkoşîna wan a hevpar e."

Di daxuyaniyê îşaret bi gef û êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker hatin kirin û hat diyarkirin: "Dewleta Tirk dixwaze planên xwe yên mêtîngeriyê pêk bîne û qada dagirkeriya xwe ya li Sûriyeyê berfireh bike. Em vê qet qebûl nakin. Divê gelê me bi van planan nexape.”

Di daxuyaniyê de bang li hikumeta demkî ya Sûriyeyê hat kirin û hate gotin: "Dengê gelê me bibhîze, berjewendî û daxwazên wê yên avakirina Sûriyeke demokratîk pêk bînin."

Di daxuyaniyê de bang li gelê herêmê hat kirin ku ji hewlên derxistina fitneyan şiyar be û wiha hat domandin "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide fitneyan di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de çêke. Ev jî wê bibe sedema xirabî û wêraniyeke mezin. Ji bo rêgirtina li ber fitne û wêraniyan, divê em nakokiyên xwe çareser bikin û ji bo avakirina aştî û aramiyê li welatê xwe bi hev re kar bikin. Di vê pêvajoya dîrokî de divê em girîngiyê bidin avakirina Sûriyeya siberojê ku aştî, edaletî û mafên mirovan lê hebe. Avakirina Sûriyeyeke bi vî rengî xewna me ya salane ye, bi ked û têkoşîna tevahî sûriyeyiyên azadîxwaz dibe."

(bb)