Li Dirbêsiyê xebatên qîrkirina rêyan didomin

Şaredariya Gel a Dirbêsiyê, bi armanca başkirina binesazî û çareserkirina kolanên zirardîtirî, xebatên qîrkirina rêyên sereke û şaxî didomîne.

Li Dirbêsiyê xebatên qîrkirina rêyan didomin
Li Dirbêsiyê xebatên qîrkirina rêyan didomin
Li Dirbêsiyê xebatên qîrkirina rêyan didomin
Li Dirbêsiyê xebatên qîrkirina rêyan didomin
Li Dirbêsiyê xebatên qîrkirina rêyan didomin
23 hezîran, 2026   16:27
HESEKÊ

Bi armanca başkirina rewşa xizmetguzarî û çareserkirina zirarên bi kolanan bûne, Şaredariya Gel a Dirbêsiyê xebatên qîrkirina kolanên li hundirê bajêr dewam dike.

Şaredariyê dest bi rêşkirina kolanên zirardîtî û paqijkirina wê ji axê kir, dûre şerbeta qîrê lê kir. Îro jî dest bi qîrkirinê kir.

Girêdayî mijarê, hevseroka Şaredariya Gel a Dirbêsiyê Zîlan Ereb diyar kir ku derengmayîna temamkirina tedbîrên entegrekirina şaredariyan bi saziyên hikumeta demkî re hişt ku budceya salane ya şaredariyê neyê diyarkirin. Wê jî hişt ku projeyên xizmetguzarî yên di plana 2026ˊan de were bipaşxistin.

Zîlan anî ziman ku Rêveberiya Xweser ji bo bajarên Cizîrê û pêkanîna projeyên xizmetguzarî yên girêdayî kolanan bude diyar kir, ji bo Şaredariya Dirbêsiyê 300 hezar dolar hat veqetandin.

Di dewama axaftina de Zîlan diyar kir ku wê ji bo projeyê 3614 metredam qîr were bikaranîn, ev mîqdar jî têra nêzî 5 kîlometre rêyan dike.

Di dawiyê de Zîlanê anî ziman ku şaredariyê girîngî daye kolanên zirardîtî, weke kolana posteyê, kolana Mizgefta Hac Sultan, kolana Hîzama Bakurê bajêr, hejmarek kolanên şaxî yên li taxên rojhilat û rojava.

Çaverê ye xebatên qîrkirinê heta zêdetirî 10 rojan bidome.

(fr)

ANHA