Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

Mala Çanda Ermenî û Tevgera Ciwanên Ermen ên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê şevbuhêrkek girêdayî nasnameya Ermenî li dar xist. Di şevbuhêrkê de şano, mûzîk, stran û dîlan hatin pêşkêşkirin.

4 kanûn, 2025   21:10
HESEKÊ

Mala Çanda Ermenî û Tevgera Ciwanên Ermen ên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şevbuhêkek hunerî li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajêr li dar xist. Di şevbuhêrkê de gelê ji bajarên kantona Cizîrê, endamên saziyên sivîl, meclis, tevgerên ciwanan û jinan, Desteya Çandê ya kantona Cizîrê amade bûn.

Şevbihêr bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. dûre Şêwirmendê Giştî yê Meclisên Civaka Ermenî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îmad Tataryan destnîşan kir ku lidarxistina mîna van çalakiyan bi armanca jinûve vegerandina kok û çanda Ermenî ye ku dewleta Tirk a dagirker ew qir kiribûn.

Tataryan diyar kir ku ne pêkan e nasnameya Ermenî were çewisandin an jî windakirin û ew piştgiriyê didin Rêveberiya Xweser û projeya neteweya demokratîk û li dijî çewisandina nasnameya pêkhateyên Sûriyeyê ye.

Endama komîteya amadekar a şevbuhêrkê Nour Vartanian girîngî da rola ciwanan ku divê bibin pira di navbera borî û niha de, parastina çand û nasnameya Ermenî ji bo nifşên bê bikin.

Piştî axaftinan, sînevîzyonek li ser xebat û çalakiyên Tevgera Ciwanên Ermen a bajêr hat pêşkêşkirin, şanoyek bi navê "Rih û nasname" ku behsa çîroka koçberiyê ya piştî qirkirinê û girêdana bi rih û nasnameyê ve dike hat pêşandan.

Li kêlek wê jî hunerên dîlanê weke dîlana "Taraz" û" Hanîna" ji folklora jina Ermenî hatin pêşkêşkirin. Her wiha hunermend Semîr Orgkêş û mûzîkjen Ehmed Xelef hunerên xwe pêşkêş kirin.