Li Dirbêsiyê ji bo endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn merasîma xiyabî hate lidarxistin

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê bi merasîma xiyabî, endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Sewsen Cekdar bi bîranîn û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Li Dirbêsiyê ji bo endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn merasîma xiyabî hate lidarxistin
Li Dirbêsiyê ji bo endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn merasîma xiyabî hate lidarxistin
Li Dirbêsiyê ji bo endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn merasîma xiyabî hate lidarxistin
Li Dirbêsiyê ji bo endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn merasîma xiyabî hate lidarxistin
Li Dirbêsiyê ji bo endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn merasîma xiyabî hate lidarxistin
Li Dirbêsiyê ji bo endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn merasîma xiyabî hate lidarxistin
Li Dirbêsiyê ji bo endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn merasîma xiyabî hate lidarxistin
Li Dirbêsiyê ji bo endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn merasîma xiyabî hate lidarxistin
19 tîrmeh, 2026   14:26
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê îro ji bo endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Sewsen Cekdar (Gulnaz Kaso) ku di 9`ê Çileya îsal de di berxwedana taxa Şêxmeqsûd a Helebê de şehîd bû, li dar xist. Merasîm li ber mala malbata wê li Komîna Şehîd Kemal li rojhilatê bajêrê Dirbêsiyê hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dirbêsiyê Foza Yûsif axivî û behsa rola şehîdan di parastina herêmê de û qurbaniyên wan ji bo serkeftina Şoreşa 19`ê Tîrmehê li Rojava kir.

Foza wiha dewam kir, "Şehîd Gulnaz li kêleka hevalên xwe li dijî komploya navneteweyî ya duyemîn a li dijî gelê Kurd de li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destanên qehremanî nîşan da. Ew bû nimûneyeke têkoşînê û modelek ji bo gelên azadîxwaz. "

Piştre, pismamê şehîd Sewsen, Hogir Felek axivî û got, "Di bin serokatiya Şehîd Ziyad Heleb de, Şehîd Sewsen û bi sedan hevalên wê biryar dan ku şehadetê qebûl bikin da ku her du taxan biparêzin û komploya li dijî gelê Kurd têk bibin. Ew bi mêrxasî şehîd bû. Em bi biryara wê û şehadeta wê pir serbilind in. "

Piştî axaftinan belgenameya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Merasîm bi  dirûşmeya "Şehîd Namirin" bi dawî

(k)

ANHA