Li Dirbêsiyê ji bo piştgiriya YPJˊê şevbuhêrka helbestî hûnerî hat lidarxistin

Li bajarê Dirbêsiyê bi armanca hevgirtina bi YPJˊê re Tevgera Hîlala Zêrîn bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê re şevbuhêrkeke helbestî û hûnerî li dar xist.

Li Dirbêsiyê ji bo piştgiriya YPJˊê şevbuhêrka helbestî hûnerî hat lidarxistin
Li Dirbêsiyê ji bo piştgiriya YPJˊê şevbuhêrka helbestî hûnerî hat lidarxistin
Li Dirbêsiyê ji bo piştgiriya YPJˊê şevbuhêrka helbestî hûnerî hat lidarxistin
Li Dirbêsiyê ji bo piştgiriya YPJˊê şevbuhêrka helbestî hûnerî hat lidarxistin
Li Dirbêsiyê ji bo piştgiriya YPJˊê şevbuhêrka helbestî hûnerî hat lidarxistin
Li Dirbêsiyê ji bo piştgiriya YPJˊê şevbuhêrka helbestî hûnerî hat lidarxistin
Li Dirbêsiyê ji bo piştgiriya YPJˊê şevbuhêrka helbestî hûnerî hat lidarxistin
Li Dirbêsiyê ji bo piştgiriya YPJˊê şevbuhêrka helbestî hûnerî hat lidarxistin
8 hezîran, 2026   22:40
HESEKÊ

Tevgera Hîlala zêrîn bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê re li bajarê Dirbêsiyê şevbuhêrkeke helbestî û hunerê ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) re organîze kir. Di çalakiya li Parka Şehîd Zevîn a bi diruşma "YPJˊê hebûna me ye" de şênî, endamên saziyên sivîl û meclis amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, Rêvebera Hîlala Zêrîn Şêrîn Reşîd diyar kir ku ew ê piştgiriya YPJˊê bidomînin û destnîşan kir ku YPJˊê di têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞˊê de roleke sereke lîst, cih û hêza xwe îsbat kir, li kêleka wê jî ew vîna jinê û têkoşîna wê temsîl dike.

Di çalakiyê de stran û dîlanên folklorîk hatin pêşkêşkirin.

(fr)

ANHA