Ava Elokê negihîştiye hemû taxên Hesekê

Ava Stasyona Elokê ji ber pirsgirêkên şebekeya avê nagihîje hemû taxên Hesekê û hîna şêniyên wan taxan avê dikirin.

Ava Elokê negihîştiye hemû taxên Hesekê
Ava Elokê negihîştiye hemû taxên Hesekê
Ava Elokê negihîştiye hemû taxên Hesekê
Ava Elokê negihîştiye hemû taxên Hesekê
Ava Elokê negihîştiye hemû taxên Hesekê
Ava Elokê negihîştiye hemû taxên Hesekê
12 tebax, 2026   07:50
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Li bajarê Hesekê taxa El Zihûr a bi navê Hoş El Bair tê naskirin, hîna ava Elokê negihîştiyê. Tax dikeve başûrê bajarê Hesekê. 22`yê Tîrmehê ava Elokê gihîşte bajarê Hesekê û gundewarên wê lê heyanî niha ji ber pirsgirkên şebekeyên avê av negihîştiye taxa El Zihûr.

Welatiyê bi navê Mistefa Hisên got ava Elokê tenê gihîştiye çend malan û wiha got: "Ji sedî 5 ava Elokê gihîştiye malan û nayê vexwarin. Em nizanin pirsgirêk di şebekeyên avê de ye yan jî hinek sedemên dîtir hene. Xelk neçar dimîne avê ji tankên avê bikire û niha 5 bermîl bi 60 hezar lîreyê Sûriyeyê ne. Hinek rêxistin jî hene 2 rojan carekê avê li xelkê belav dikin û bermîlên wan dadigirin."

Ji taxê Îd Dêf Ebdullah got: "Heyanî niha av negihîştiye taxa me û elektrîka me jî qut dibe. Heke rêxistinên avê belav dikin avê li me belav nekin, em neçar in avê bikirin. Em 5 bermîlan bi 60-70 hezar lîreyî dadigirin. Em ji aliyên têkildar dixwazin pirsgirêkên me yên xizmetguzariyê, bi taybet pirsgirêka avê û elektrîkê çareser bikin."

Mihemed Ebas jî got: "Pirsgirêk di şebekeya avê ya taxê de ye, li hinek cihan şikestî ye û li hinek cihan xitimî ye, ji ber wê av nagihîje malan. Em ji navenda bajar dûr in û nikarin avê ji xwe re bînin, neçar dimînin ku avê ji tankan bikirin. Em ji aliyên têkildar dixwazin pirsgirêka avê û elektrîkê çareser bikin."

Gerînendetiya Avê ya Hesekê diyar kir ku pirsgirêk di şebekeyên avê yên taxa El Zihûr de hene û ew niha dixebitin ku şebekeyên avê çêkin û pirsgirêka wan a avê çareser bikin.

(np)

ANHA