Li dijî Îsraîlê êrişa bi fuzeyan

Artêşa Îsraîlê ragihand ku piştî hewldana astengkirina fuzeyekê ya ji Yemenê hate avêtin, cismek li nêzî balafirgeha Ben Gurion a li nêzî Tel Avîvê ketiye.

Li dijî Îsraîlê êrişa bi fuzeyan
4 gulan, 2025   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN 

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hate gotin, "Ji bo astengkirina fuzeya ji Yemenê hate avêtin, çend hewldan hate kirin." 

Hate ragihandin ku cismek li herêma balafirgehê ket, lê belê nehate gotin bê ev yek fuze bû yan jî enqazek ji ber hewldana astengkirina fuzeyê bû. Di daxuyaniyê de hate gotin, bûyerê tê lêpirsîn.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz nerazîbûn nîşanî fuzeya ji Yemenê hate avêtin da û hişyarî da Hûsiyan: "Her kesên êrîşî me bike wê heft qatî bersiva xwe bibîne."

Rayedarekî payebilind ê Hûsiyan Mûhammed El Bûhaîtî ji qenala Al Arabî ya Qatarê re axivî û got, "Heta ku êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê bi dawî nebe, rageşî wê dewam bike. Me ispat kir ku em dikarin li DYA, Îngilistan û Îsraîlê bixin. "