Li dijî hewldana astengkirina karwanê diçû stasyona Elokê nerazîbûn nîşan dan

Dema ku karwanê parêzgarê Hesekê jî tê de, ji bo xebitandina stasyona Elokê diçû Serêkaniyê, kesên biyanî yên li bajarê Serêkaniyê hatine bicihkirin hewl da karwan asteng bikin. Xelkê bajarê Serêkaniyê û koçberên Serêkaniyê bi girtina rêya M5 û rêyên din ên sereke nerazîbûn nîşanî wê hewldanê da.

Li dijî hewldana astengkirina karwanê diçû stasyona Elokê nerazîbûn nîşan dan
Li dijî hewldana astengkirina karwanê diçû stasyona Elokê nerazîbûn nîşan dan
Li dijî hewldana astengkirina karwanê diçû stasyona Elokê nerazîbûn nîşan dan
Li dijî hewldana astengkirina karwanê diçû stasyona Elokê nerazîbûn nîşan dan
Li dijî hewldana astengkirina karwanê diçû stasyona Elokê nerazîbûn nîşan dan
22 tîrmeh, 2026   16:26
HESEKÊ

Kesên biyanî yên li bajarê Serêkaniyê hatine bicihkirin, hewl da karwanê parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed ê ji bo xebitandina stasyona avê ya Elokê diçû Serêkaniyê, asteng bikin.

Şêniyên bajarê Til Temirê û koçberên Serêkaniyê li dijî vê hewldanê çalakiyek li dar xist û nerazîbûn nîşan da.

Şêniyan rêya M4 û hin rêyên sereke yên diçin Hesekê, Qamişlo û Serêkaniyê girtin û diyar kir ku çalakiya wan redkirina hewldanên astengkirina xebitandina stasyonê ye.

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û wezîrê enerjiyê yê hikumeta demkî Mihemed El Beşîr tevî şandeyekê bi armanca ji nû ve xebitandina stasyona avê ya Elokê îro çûbûn Serêkaniyê. Hin kesên li Serêkaniyê bi cih bûne, hewl dabû karwanê wan asteng bikin.

(bb)

ANHA