Li Siwêdayê jinan destkariyên xwe pêşan dan

Di çarçoveya însiyatîfa ji bo pêşxistina aboriya jinan û piştgiriya projeyên biçûk li Siwêdayê de komeke jinan ku di nava wan de jinên koçber jî hene, bi destkariyên xwe beşdarî pêşangehekê bûn.

 Li Siwêdayê jinan destkariyên xwe pêşan dan
 Li Siwêdayê jinan destkariyên xwe pêşan dan
 Li Siwêdayê jinan destkariyên xwe pêşan dan
 Li Siwêdayê jinan destkariyên xwe pêşan dan
 Li Siwêdayê jinan destkariyên xwe pêşan dan
22 tîrmeh, 2026   15:54
SIWÊDA

Navenda Ornîna ya li Siwêdayê bi beşdariya tîmên civakî bi hevkariya kargehên perwerdeyê û bi armanca pêşxistina rewşa jinan a aborî, piştgiriya projeyên biçûk û peydakirina derfetên bazirganiya berhemên herêmî, Pêşangeha Senabil a destkariyan vekir.

21 jin ku di nava wan de yên koçber jî hene, tev li pêşangehê bûn, di pêşangehê de jinan berhemên xwe yên destan pêşkêş kirin. Beriya ku ev pêşangeh bê vekirin, ji bo ku jin bikarin behreyên xwe bibînin û bi pêş bixin ketin perwerdeyan.

Li beşeke pêşangehê jinekê şêraniyên gelêrî yên ku bi destê xwe çêkirine, daye pêşandan ku yek ji wan jî şêraniya El Murşem e ku li Siwêdayê navdar e.

Komîteya amadekar a pêşangehê da zanîn ku ew dixwazin perwerdeya pîşeyî bi bazirganiyê ve girê bidin, van behreyan jî veguherînin projeyên domdar û çanda xebatê.

(sb)

ANHA