Li dijî danezana destûrê ya desthilata Şamê bertek zêde dibin

Yekitiya Parêzeran, Meclisên Edaleta Civakî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantona Dêrezorê "Danezana Destûrê" ya ku ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye derxistin red kir û daxwaz kir ku destûr ji nû ve bê amadekirin da ku vîna hemû civakên Sûriyeyê nîşan bide.

Li dijî danezana destûrê ya desthilata Şamê bertek zêde dibin
15 adar, 2025   16:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Parêzeran, Meclisên Edaeta Civakî ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantona Dêrezorê bi daxuyaniyên cuda nerazîbûna xwe ya li hember “Danezana Destûrê” ya ku ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye dayîn, anîn ziman.

Daxuyaniya Yekitiya Parêzeran, Meclisên Edaleta Civakî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya bi dehan parêzer û dadwerên herêmê li pêşiya Dîwana Edaletê ya li Qada Azadî ya li bajarê Hesekê, ji aliyên hevseroka Yekitiya Parêzeran Beşîra Cemaledîn ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em bi navê Yekitiya Parêzeran û Meclisa Edaleta Civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li gorî prensîbên demokrasî, edalet û mafên mirovan ên ku em jib o têdikoşin, Danezana Destûrê ya hikûmeta demkî ya Şamê ku, napejirînin.

Di daxuyaniyê hate xwestin "Danezana Destûrê ji nû ve were sererastkirin da ku rêveberî bi awayekî dadmend were parvekirin, mafên azadiya xebatên siyasî bêne dabînkirin û mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê were misogerkirin. "

Parêzer û mafnasan di daxuyaniya xwe de xwestin “Rêveberiyeke nenavendî ya demokratîk" were avakirin, û ji bo veguheztina dadmend mekanîzmayên diyar bêne destnîşankirin ku kesên binpêkirin kirine bêne darizandin û  siberojeke li ser bingeha dad û wekheviyê were avakirin.

Daxuyaniya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê jî bi amadebûna endamên meclisê ji aliyê endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Xedîce El Ebdullah ve hate xwendin xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku destûra ku desthilata Şamê ragihandiye, dewlemendiya çandî, olî, civakî û siyasî ya li Sûriyeyê nîşan nade.

Hate gotin, ev destûr di heman demê de pêkhateyên Kurd, Durzî, Suryan, Asur û Elewiyan ji avakirina dewletê dûr dixe û daxwaza gelê Sûriyeyê ya avakirina Sûriyeke demokratîk îfade nake.

Di daxuyaniyê de ji bo siberojeke demokratîk, pirreng, nenavendî û ji bo redkirina hişmendiya dûrxistinê û paşguhkirina mafên pêkhateyan, banga hevgirtinê hat kirin.

(k)