Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan hate kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan  serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.

Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan hate kirin
2 ÇILE, 2025   13:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan  ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin. Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk û Mazlûm Dînç ve hate kirin.

Parêzerê ku serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan, her wiha xwestin, girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî bibînin.