Li Hesekê qurbaniyên Komkujiyên Sêfo hatin bibîranîn

Suryanên li bajarê Hesekê bi nimêja li Dêra Meryem El Ezraa û pêşandana şanoyekê qurbaniyên Komkujiyên Sêfo di salvegera 111ˊan de bi bîr anîn.

Li Hesekê qurbaniyên Komkujiyên Sêfo hatin bibîranîn
Li Hesekê qurbaniyên Komkujiyên Sêfo hatin bibîranîn
Li Hesekê qurbaniyên Komkujiyên Sêfo hatin bibîranîn
Li Hesekê qurbaniyên Komkujiyên Sêfo hatin bibîranîn
Li Hesekê qurbaniyên Komkujiyên Sêfo hatin bibîranîn
Li Hesekê qurbaniyên Komkujiyên Sêfo hatin bibîranîn
Li Hesekê qurbaniyên Komkujiyên Sêfo hatin bibîranîn
Li Hesekê qurbaniyên Komkujiyên Sêfo hatin bibîranîn
Li Hesekê qurbaniyên Komkujiyên Sêfo hatin bibîranîn
15 hezîran, 2026   22:45
HESEKÊ

Suryanên li Hesekê îro di salvegera 111ˊan de qurbaniyên Komkujiyên Sêfo ku bi destê Osmaniyan di 1915ˊan de hatin kirin, bi bîr anîn.

Bi vê boneyê, Dêra Merya El Ezraa ya li taxa El Nasîre yê Hesekê li ser giyanên qurbaniyên komkujiyan bi amadebûna oldar, kesayetên civakî û siyasî nimêj kir.

Piştî nimêjê, beşdaran berê xwe da hola dêrê. Li wir axaftin li ser vê boneyê hatin kirin. Girêdayî mijarê hevserokê Partiya Yekitiya Suryanî ya Hesekê Fadî Dawî diyar kir ku komkujiyên Sêfo temsîla birîneke kûr di bîrdanka gelê Suryanî de dike. Împratoriya Osmanî sînorên xwe bi xwînî çêkirin.

Dûre Komeleya Çanda Suryanî bi navê "Em hîn li vir in" şanoyek der barê komkujî, pêkanînên qetilkirin, koçberkirinên Suryanî de pêşkêş kir.

Çalakî bi meşekê ber bi peykerê şehîdên Suryanî ve tevî hildana mûman bi dawî bû.

(fr)

ANHA