Li Minbicê hewldaneke çeteyan hat têkbirin

Li başûrê Minbicê û Dêr Hafirê hewldana êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker hat têkbirin. Di encamê de çete hatin kuştin û birîndarkirin.

Li Minbicê hewldaneke çeteyan hat têkbirin
4 kanûn, 2024   17:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên wan hewldanên êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarê Minbicê û Dêr Hafirê têk birin.

Di pevçûnên navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Meclisa Leşkerî ya Tebqayê û çeteyan de hejmareke çeteyan hatin kuştin û hinek din birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê amadebûna QSD'ê ya têkbirina êrişan û parastina herêmê teqez kir.

(mh)

ANHA